Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê li Rojava erkên pîroz girtin

Bi mebesta şopandina rewşa Rojavayê Kurdistanê, rojnamevanên çapemeniya azad ji Başûrê Kurdistanê bi karwanên gel re berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û li wê derê rewşa gel û berxwedana wan dişopînin.

Silêmanî- Bi destpêkirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin, li ser Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd li seranserê Kurdistanê û cîhanê piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kirin. Li gel ragihandina seferberiya giştî ji bo Rojavayê Kurdistanê, Kurd ji çar aliyên Kurdistanê serferber bûn. Di 20’ê Çileyê de karwanê yekem ji bajarê Silêmaniyê ji bo piştevaniya bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê ketin rê û gelek ciwan ji bajarên Kurdistanê beşdar bûn.

Ji bo seferberiyê û parastina Kurd û xaka Kurdan hemû navçe rabûn ser lingan. Ciwanan di karwanên yekem de dengê xwe ji bo berxwedanê bilind kirin. Heta nêzî sînorê Sêmalka jî deng û dirûşmên wan bilindtir dibûn. Tu kes û sînorek nikaribû ciwanên azadîxwaz ên Başûrê Kurdistanê bisekinîne. Di encamê de ciwanan berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, da ku bikaribin berxwedanê raber bikin û xaka Kurdistanê biparêzin. Niha jî berxwedan li herêmên cuda didome.

Her wiha di nava karwana de komek ji jinên rojnamevan ên azad hebû. Wan coş û xiroşa ciwanan û Rojavayê Kurdistanê dişopandin. Ji komek şeş kesan a çapemeniya azad ‘JIN TV, ajansa NûJINHA, ROJNEWS, STÊRK TV, ARYEN TV’ pêk dihat berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê li wê derê bûn çavên gelê Kurd.

Rojnamevanên azad li Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me NûJINHA’yê re axivîn û behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û moralê hemwelatiyan li herêmê kirin.

‘Di berxwedanê de rola girîng a jinan heye’

Nûçegihana ajansa nûçeyan a ROJNEWS’ê ya bajarê Silêmanî Perêz Remezan yek ji wan rojnamevanan bû ku ji bo xebatên çapemeniyê berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê, wiha got: “Li gel komek ciwanên başûrê Kurdistanê sibeha 20’ê Çileyê, bi armanca şopandina rewşa Rojavayê Kurdistan û gihandina moral û berxwedana gelê Rojava serdana me li Dêrik a Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Li wê derê ciwan, extiyar, zarok û jin di eniyên berxwedanê de bûn û bi îradeyeke xurt parastina gelê xwe dikirin. Her wiha jinan tevî erkên xwe yên din, çeka xwe hilgirtine û parastina xwe û xaka xwe dikin.”

Perêz Remezan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di berxwedanê de rola girîng a jinan heye. Li wê derê çeka jinan li milê wan bû, li gel wê jî xebatên tenduristiyê dikirin. Dema em gihîştin bajarê Dêrikê em li peymangehê man. Tevî giranî, astengî û rewşa şer, jinan li wê derê em bi germî pêşwazî kirin. Sibehê dema xwarina nan dayîk hatin gel me û çekên xwe danîn, dest bi amadekirina xwarinê ji bo me kirin. Bes ji bo em birçî nemînin. Her wiha hemû xwarinên kurdewarî ji bo me danîn û nehiştin em xerîbiyê hîs bikin. Welô lı dayîkek rola xwe bilîze, bi wi awayî nêzî me dibûn.”

‘Ciwanan ji bo piştevaniyê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê’

Rojnamevana kenala JINTV ya bajarê Silêmanî Sozyar Elî ku bi komek rojnamevanên başûrê Kurdistanê re bi armanca şopandina rewşa Kurdan û jinan li Rojavayê Kurdistanê berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Di 20’ê Çileyê de bi karwanê yekem ê ciwanên başûrê Kurdistanê re em jî hatin Rojavayê Kurdistanê. Di rê de me gelek kesên cuda û ciwanên bi îrade û jîr dîtin. Her yek ji wan ji bajar û bajarokek cuda yê Kurdistanê hatibûn. Li tevahî bajar û bajarokên Kurdistanê ciwanan ji bo pişteveniya berxwedanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Tişta ku bala min kişandî ew bû ku ciwanek got; ‘Tenê li nava pasekê de hemû Kurdistan kom bûye. Her yek ji me ji bajarekî Kurdistanê hatiye û tevlî berxwedanê bûye.’ Ev dîmen yek ji wan dîmenên herî xweş bû. Bi rastî ji bo me ezmûnek girîng bû ku em dikaribûn gelê Kurd bikin yek û  hemû parçe piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Em jî weke koma rojnamevanên azad ku rojnamevanên ARYEN TV, STÊRK TV, JIN TV û ajansa NûJINHA’yê ne, em dikaribûn bibin çavên bîneran û dîmenan bigihîjînin welatiyan.”

‘Gel berxwedana xwe bi biryardarî didomîne’

Sozyar Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xelk di ragihandinê de şerek giran dibîne lê belê me bi çavên xwe şervan û welatiyên Rojavayê Kurdistanê dît ku bi rûyekî xweş û îrade û morelek bilind nêz dibin. Bi hev re li gel me bi rûyekî xweş goftûgo kirin. Wan moral dida me. Rast e şerekî dijwar heye lê belê tê dîtin ku jin û gel li Rojavayê Kurdistanê moralê wan bilind e û berxwedan xwe bi biryardarî didomînin.”

‘Moralê ciwanan gelek bilind e’

Rojnamevana ajansa NûJINHA’yê Hêlîn Ehmed di serdana xwe ya bi rojnamevanên azad re ji bo Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Sibeha 20’ê Çileyê li ber Hola Tewar a bajarê Silêmanî, ciwan û jinlî tevahî bajarên Başûr û Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi riya zêdetirî şeş pasan, bi armanca şikandina sînoran ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin. Her wiha bi rêketinê re ciwanan bi diruşmên xwe moral didan. Piştî çend zehmetiyan, em gihîştin sînorê Rojavayê Kurdistanê. Li ser sînor em çend saetan man heta rê dan em sînor derbas bikin. Ya ku bala min kişand ew bû ku di nava pasê de ciwanekê got: “Ev pase parçeyên Kurdistan û bajarên Kurdistanê kom kiriye. Her wiha bi stranan digotin, em nizanin dê çi bi serê me were, dibe ku wek şervanên din em şehîd bibin an bikevin destên hêzên Colanî û çeteyan û tiştên nebaş li hemberî me bikin lê belê em ê her dem biçin û parastina xaka xwe bikin.”

‘Hêvîdar im em bibin çavê bîneran li Rojavayê Kurdistanê’

Hêlîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rola berbiçav a jinan hebû. Jinan çek higirtibûn û parastina xwe û xaka xwe dikirin. Li peymangeha hunerî û şano ku em li wir man xwendekaran bi germî em pêşwazî kirin. Her wiha xwendekarên ku dest û tiliyên wan bi muzîk û xêzkirina wêneyan nerm û nazik bûn û şanogeran jî çek hilgirtibûn û parastina xwe û xaka xwe dikirin. Digotin; ‘Me bi hev re weke xwendekar û mamoste çek hilgirtiye. Rast e em xwendekarên hunerî ne lê belê ji bo xebat û parastina xaka xwe em çekê hildigrin da jiyana bi rûmet bijîn.’ Ji ber wê hêvîdar im em bibin çavên bîneran li Rojavyê Kurdistanê.”

‘Em hatine bi riya kamera hêz û îradeya gelê Kurd ê Rojava ji hemû cîhanê re ragihînin’

Kameramanê STÊRK TV Berhem Hewramî wiha got: “Em hatine bi rya kamereya xwe hêz û îradeya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji hemû dinyayê re ragihînin. Bila bibînin ku Kurd naçin tu derê her dem di nava berxwedanê de ne. Her wiha me dît ku yên hatin seferberiyê çiqas moralê wan bilind bû. Ev hêviya herî mezin e. Em li peymangeha hunerên ciwan a Rojavayê Kurdistanê man. Ya ku min dît gelek cuda bû. Ji ber cihekî ku bere cihê hunerên ciwan bû, niha mixabin bûye cihê şer.”

‘Heta dawiyê em erka xwe bi cih bînin’

Nûçegihanê ARYEN TV Birwa Abdurehman wiha got: “Em dikaribûn îradeya ciwanan û yên ku beşdarî seferberiya Rojavayê Kurdistanê bûne ji cîhanê re ragihînin. Her wiha di nava 24 saetan de me dît, îrade û moralê bilind ê gelê Rojavayê Kurdistanê gelek bilind e. Karwan û pasên yek li pey yekê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê di rê de bûn. Ev erka me ye heta dawiya temenê xwe em ê bidomînin, ev yek ji bo me şanaziyek gelek mezin e.”